IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşveçûna Artêşa Iraqê ya li Mûsilê dewam dike

Artêşa Iraqê gelek cihên li herêma Sedamê rizgar kirin, DAIŞ jî bi wesayîtên bombebarkirî êriş pêk tînin. Lê windayî yên DAIŞê her diçe zêdetir dibe.

Pêşveçûna Artêşa Iraqê ya li rojhilatê bajêr dewam dike û alên DAIŞê ku li taxan hatibûn çikandin yek bi yek tên hilweşandin. Li taxên Hayalkudus, Kerame, Hayalsalah û herêma Sedam şerên dijwar diqewimin.

Hate diyarkirin ku balafirên şer ên Hêzên Hevpeyman îro 12 wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞê di encama operasyonan de îmxa kirine. Ji ber teqandinên wesayîtên bombebarkirî ku DAIŞ pêk anîtin jî 8 welatiyên sivîl, 4 jî leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan. Di şerê ku dûh êvarê dest pê kir û heta piştî nîvro dewam kir de jî 76 terorîstên DAIŞê hatin kuştin 8 ji wan jî bi saxî hatin girtin. Artêşa Iraqê cihên ku ji DAIŞê standin, ji mayin û bombeyan paqij dikin û sivîlên ku asê mane jî rizgar dikin.

Welatiyên sivîl ji bajarê Mûsilê direwin herwiha rêxistina terorîst DAIŞ jî gule direşîne ser sivîlên ku ji bajêr direvin. Welatiyên sivîl bi alayên spî ji Mûsilê ber bi bajarê Erbîlê ve direvin. Ji aliyê din ve piştî ku şerê li bajêr dijwar bû, Artêşa Iraqê ji bajarên Bexda û Diyalayê bi wesayîtên zirxî leşker sewqî Mûsilê kir. Hate eşkerekirin ku di nav leşkerên ku hatine sewqkirin de leşkerên perwedehiya taybet dîtibûn jî hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu