EwropaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Danîmarka balefirên xwe ji Sûriye û Iraqê derdixîne

Danîmarkayê ragihand ku ew 7 balafirên xwe yên di nava hêzên hevpeymana navdewletî de cih digirin, derdixîne.

 IRNAyê ji zarê Televîzyoneke Danîmarkayê diyar kir ku Danîmarka 7 balafirên xwe yên F16ê ji hevpeymaniya navdewletî ya li Iraq û Sûriyeyê derdixîne.

Hat ragihandin hefteya borî di lêkolîneke Amerîkayê de derket holê ku balafirên Danîmarkayê yên di nava hevpeymana navdewletî ya dijî DAIŞê de di 17ê meha Îlona buhurî de li nêzîkî bajarê Deyre Zorê êrîşên asmanî lidarxistin û di encamê de li şûna DAIŞê artêşa Sûriyeyê bombebaran kiriye. Piştî vê bûyerê Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê û Wezîrê berevaniyê yê vî welatî biryar dan ku balafirên welatê xwe derxînin (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu