ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Derketina Mexribê ji hevalbendiya destdirêjkir a siûdî ser Yemenê

Li gorî rapora êvara çarşemiyê ya malpera El-Alamê, fermandetiya eskerî ya Mexribê hêzên ku jibo beşdariya li hevalbendiya destdirêkirê siûdî şandibû Yemenê vexwendine welatê xwe.

Çavkaniyên egehdar ji rojnama Sebaha Mexribê re gotin ku bi dayîna vê fermanê 1500 kes ji hêzên taybet ên Mexribê ku him li operasyona bejahiyê û him li operasyona hewayî ya destdirêjiya ser Yemenê beşdarî kiribûn, vegeriyan welatê Mexribê.

Pêştir jî Îmaratê dev ji hevkariya xwe bi Erebistana Siûdî re jibo destdirêjiya ser Yemenê berda lê ji ber zexta berpisrên siûdî ji biryara xwe paşve kişiya.

Erebistanê tev hin welatên erebî û bi çirayê kesk ê Emerîkayê ji 26`ê Adara 2015`an va Yemen daye ber êrişên hewayî û bejahiya xwe. Bi hezaran yemenî ji wan jin û zarok bûne goriyê destdirêjiyên hevalbendiya siûdiyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu