Derketina nêzîkî nîv milyon ziyaretkirên Erbeîna Huseynî ji sînorên Xûzistanê
Zêde ji 475 hezar ziyaretkir ji sînorên Xûzistanê bona beşadriya li merasima mezin a meşa Erbeînê berê xwe dane Iraqê.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Riza Necatî, berdevkê navenda Erbeînê ya parêzgeha Xûzistanê, li başûrê rojava Îranê roja pêncşemiyê got: Ji destpêka meha Seferê heya niha 475 hezar û 157 kes, ji du sînorên Çezabê û Şelemçê bona beşdariya li merasima mezin a meşa Erbeînê dreketin.
Necatî her wiha got: Hemî amadekariyên bona gîhandina xizmetê bo ziyaretkirên Erbeînê amade bûye.
Sînorên Çezabê û Şelemçê li parêzgeha Xûzistanê du sînorên fermî yên hat û çûyîna ziyaretkirên Erbeîna Huseynî nav axa Iraqê ne.
20 Meha Sefera 1440`an a Koça Hîvî( 30 Cotmeha 2018an) Erbeîna Huseynî(s) îmamê sisyan ê şîeyên cîhanê û hevalên emegdar ên wî li çola Kerbelayê ye.
Bi milyonan ziyaretkar ji seranserê cîhanê li vê rojê bona beşdariya li merasima Erbeîna Huseynî(s) derbasî bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê dibin.