NûçeRojhilatanavin

Derketina terorîstan ji kempa Yermûkê

Li gor rapora telivîzyona El-Exbariye ya Sûriyê, 200 terorîst bi 5 basan ji kempa Yermûkê li başûra Şamê hatine derxistin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sûriyê(SANA), Ji ber rêketina yekşemêşev di navbera artêşa Sûriyê û grûpên terorîstî, terorîstên nav kempa Yermûkê bi 5 basan ji vê kempê hatine derxistin.

Kampa Yermûkê navçeyeke filistînînişîn li başûrê Şam, paytexta Sûriyê ye ku di sala 1957`an da hat avakirin.

Dewleta Sûriyê birêvebirina kampa Yermûkê radestî Bereya Gel ji bo Azadkirina Filistînê hatibû kirin, lê ji destpêka Nîsana 2015`an va komên têrorîst ên DAIŞ û Cebheya Nusreyê ketin nav vê kampê.

Ji sala 2011an ku kirîza Sûriyê destpê bûye heta niha 6 sal derbas dibin û ew kirîza ji wê çaxê destpê bû ku Erebistan, Amerîka û hevpeymanên vî welatî piştevaniya terorîstan kirin ta ku dewleta qanûnî ya Bişar Esed sernixûn bikin lê vê siyaseta van welatan serê xwe negirt û niha ew pirs heye ku gelo xebatên navnetewî dikare bibe sebeba kutahîdana bi kirîza nav Sûriyê.

Başa dön tuşu