AborîErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Derxistina karkerên biyanî ji Erebistanê ji ber xercên giran ên şerê digel Yemenê

Li pey xercê 120 miliyar dolarî ya sê salên bihurî ya Erebistanê li şerê dijî Yemenê, daxûyaniyên fermî yên Konseya Giştî ya Rêvebiriya Amarê ya Erebistanê nîşan didin ku vî welatî ji ber pirsgirêkên aborî di sê mehên bihurî da 270 hezar karkerên biyanî derxistine.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, li ser esasa amara weşandî ji aliyê Erebistanê va, hejmara karker û kedkarên biyanî ku li Erebistanê dimînin niha heta 10 miliyon û 420 hezar kesî kêm bûye.

Rojnameya Mekeyê ya çapa Erebistanê jî demek beriya niha ragihand ku Riyaz ji ber qeyrana aborî ku tûşî wê bûye, wê di sala 2018an da zêde ji 670 karkderên biyanî derxîne.

Her wiha dewleta Siûdî cihanîna qanûnekê di sala 2017an da dest pê kir ku li ser esasa wê her karkerê biyanî û endamên malbata wî ku li Erebistanê dijîn pêka her kesî divê di salên da 100 Riyalên Siûdî bac û xeracê bidin. Ev hejmar di sala 2018an da duberanber bûye û gihîştiye 200 Riyalî.

Şerê sêsalî yê Erebistanê û hin welatên ereb li dijî Yemenê gellek dûhatên xerab weke îflasbûna aborî bo Erebistanê bi xwe ra aniye.

Başa dön tuşu