İslami Davet Kurdi Bange İslami

Derxistina navê çend şîrket û mirovan ji lîsta boykotên Ewropayê li dijî Îranê

Konseya Yêketîya Ewropayê li biryara xwe ya nû têkildarî boykotên li dijî Îranê piştî rêketinama navokî, navê hejmarek şîrket û welatîyên îranî ji lîsteya boykotên xwe derxist.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li gorî boykotên zalimane yên YE`yê ku di sala 2012`an da li dijî Îranê hatin destpêkirinê, yekem car beşa têkilîyan, nemaze şîrketên tawanbarê piştgirîya darayîyê ji Îranê ne, ketin ber êrişê.

Danûistandina darayîyê ya hemî bankên ewropî ligel bankên îranî ku seratir ji asteke kêm a kifşkirî be, hat qedexekirinê. Lê daxwaza dayîna îzna têkildarî babetên wek kirîna xwarekê, alavên pizişkîyê û alîkarîyên insanî pecan bû.

Bi dû cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ku ji Çileya sala buhurî va destpê bû, biryar hat dayînê ku boykotên li dijî Îranê yên têkildarî bernama navokî bên rakirinê lê, Amerîka wekî alîyekî rêketinama navokî hela jî astengîyan ser rêya cihanîna rêketinama navokî derdixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version