Fermandê hêza deryayî ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî roja înê balkişand ser amadetiya hêza deryayî ya sipahê ji bo rawestana li ber her cure gefekê û destnîşan kir: Ger dijmin li navçeyê himaqetê bikin, dê hêza rastîn a Sipahê Pasdaran bibînin.
Serdar deryadar Elî Fedewî li gotûbêja bi başaghê xebernigarên ciwan her wiha bal kişand ser vê yekê ku Inqilaba Îslamî cuxrafiya tine û destnîşan kir ku Sipahê Pasdaran ji bo nobedariya Inqilaba Îslamî cuxrafiyayê nas nake.
Fermandê hêza deryayî ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser bêminetiya tam a Îranê li çêkirina cureyên gemiyan û kelûmeklê wê û got: Komara Îslamî ya Îranê li warê çêkirina gemiyên tundrew di pila ewil de sekiniye.
Serdar deryadar Elî Fedewî salroja jidaîkbûna Îmam Huseyn(s) îmamê sisyan ê şîeyên cîhanê û roja pasdar pîroz kir û got: Îrana Îslamî li hemî deran nobedariya Inqilaba Îslamî dikin.
Îro îniyê 20 Nîsana 2018` an , 3 Şebana 1439 Koça hîvî jidayîkbûna îmam Huseyn(s) îmamê sisyan ê şîeyên cîhanê û roja pasdaran e.
Feramndê hêza deryayî ya sipahê pasdarên Inqilaba Îsalmî destnîşan kir ku hêzên Sipahê Pasdaran dikare ewlehiyê rehet li her edrê cîhanê pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)