Deryadar Fedewî: Hêza mûşekî ya Sipahê Pasdaran wêdatirî Kendava Farsê digire ber xwe
Fermandê Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê got: Hêza mûşekî ya Sipahê Pasdaran ji Kendava Farsê heya tengava Hurmuzê û heta derveyî deryaya Umanê digre ber xwe.
Serdarderyadar Elî Fedewî roja îniyê li salroja rawestandina du paporên Emerîkayê li peravên Îranê li kendava Farsê, li gotûbêja bi Fars Newsê re destnîşan kir: Peyama herî sereke ya kiryara hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî cihhatina weideya Xwedê Teala bû, çawa ku Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî tim bi cihanîna vê sozê, Emerîka zelûl kiriye.
Du paprên emerîkî, 12 Çilla 2016`an piştî derbasbûna neqanûnî nav avên Îranê li kendava Farsê ji aliyê hêza deryayî ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, hatin rawestandin û lêniştiyên wê ku deh kes bûn hatin girtin û piştî ku hat kivşkirin derbasbûna wan nav avên Îranê bi qest nebûye, serbest hatin berdanê.
Serdar deryadar Elî Fedewî,fermandê Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê li bara berteka Emerîkayê û hewldana vî welatî ji bo azadkirina melewanên girtî got: Berteka Emerîkayê vê carê jî mîna berê piştî serketina Inqilaba Îslamî, teslîmbûn, temkîn, zîlet û lawahî û hemî kiryarên eskerî û dîplomatîk bû.
Fermandê Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê her wiha li bara gefên herî giring li dijî Îranê li kendava Farsê teqez kir: Sipahê Pasdaran li kendava Farsê, tengava Hurmizê, deryaya Umanê û her deryaya ku parastina Inqilaba Îslamî pêwîst bike, pir bihêztir ji berê û ji dema girtina tifingdarên emerîkî li halê cihanîna pêsiparta xwe ye.
Serdar deryadar Elî Fedewî destnîşan kir: Li bara Hêza deryayî ya sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, Emerîka zêde ji her dijminekî din, agehdar e ji ber ku bi hêza paporî ya bi îqtidar û bihêz û bêdawî, bi hêza mûşekî ya perav bo deryayê ku hemî panatiya kendava Farsê û tebgava Hurmizê û deryaya Umanê û dervey wê girtiye ber xwe, nasiyar e.