IraqNûçeRojhilatanavin

Çend kesên çekdar êrişî avahiya parêzgariya Hewlêrê kirin: Polîsêk birindarê

Çend kesên çekdar êrişî avahiya parêzgariya Hewlêrê kirin û polîsek birîndar kirin. Tê gotin ku çekdaran xwe di nav avahiya parêzgariyê de veşartiye.

Îro danê sibê komek çekdarên nenas êrişî avahiya parêzgariya Hewlêrê kirin. Li gorî agahiyan, di wê êrişê de polîsek birîndar bûye.

Tê gotin ku wan çekdaran xwe di nav avahiya parêzgariyê de veşartiye û hêzên ewlehiyê jî li wan digerin.

Li gorî agahiyan, rewşa wî polîsê birîndar baş e û birînên wî xeter nînin.

Cîgirê parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdullah ragihandiye, heta niha nayê zanîn ew êriş terorîstî yan na.

Başa dön tuşu