Alîkarê hewahengkirê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî roja îniyê destnîşan kir ku lêkolîn û ceribandanên mûşekî yên Sipahê Pasdaran bi awayekî herî baş û herî aktîv didomin.
Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp pasdar, Elî Fedewî bal kişand ser vê yekê ku lêkolînên li warê çek û sîlehên berevaniyê û mûşekî mijareke dayim bo Sipahê Pasdaran e û destnîşan kir Komara Îslamî ya Îranê heya niha tenê pişkeke biçûk ji destkewt û kiryarên berevaniyê nimandiye.
Alîkarê hewahengkirê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha bal kişand ser boykotên yekalî yên Emerîkayê li dijî Îranê û got: Boykot hertim bo Îranê weke derfetekê bûne û niha jî weke derfetekê ne.
Serdar Fedewî her wiha diyar kir ku boykot bûne baîs Îran ser piyên xwe bisekinin.