ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Fedewî: Qawet û zirûfên deryayî yên Îranê, dijminan poşman dike

Fermandê hêza deryayî ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî got: Qawet û zirûfên deryayî yên Îranê dikare dijminan ji zordariyê poşman bike.

 Fermandê hêza deryayî ya Sipahê pasdarên  Inqilaba  Îslamî, deryadar Elî Fedewî, roja yekşemiyê li civîna hevpar a fermandeyên pilebilind  ên  hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê û Sipahê pasdarên Inqilaba  Îslamî wek komeka hevgirtî,  xwediyê hêz û şiyanke  pir zêde ne û dijmin vê yekê baş dizane.

Deryadar Fedewî got: Hêz û şiyanên berbiçav û balkêş  ku li hember dijmin pêk hatiye,  dijmin heta li astekê ku Emerîka li xwe nîşan dide gîhandiye vê encamê ku li nizameke maqûl a  sûd û feydeyê , xisar û zirar û ziyana destdirêjiya ser Komara Îslamî ya Îranê dê ji  qezanca wê zêdetir be.

Emîr deryadar Husêyn Xanzadî, fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê jî li civîna hevpar  destnîşan kir: Hêza deryayî ya artêşê û Sipahê pasdarên Inqilaba  Îslamî, mista nizama  Komara Îslamî ya Îranê li hember îstikbara cîhanî ne.

Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Yên ku bi zelîlî  li dû pêkanîna  bêtifaqî û cidakirina hêza deryayî ya artêşê û Sipahê pasdaran  in , bila bizznin ku  dê ev mista venabe heta ku  devê îstikbara cîhanî were girêdanê.

Civîna hevpar a fermandên pilebilind  ên hêza deryayî ya  artêşa Koamara îsalmî ya Îranê û Sipahê pasdarên  Inqilaba  Îslamî ser mijara  xurtkirina  yekitiyê, biratiyê, hevdilî û  îstifada ji şiyana  hev ji bo  zêdekirina hevkariyan bi mazûvaniya  hêza deryayî ya sipahê li Benderebasê li başûrê Îranê hat li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu