Fermandê hêza deryayî ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî got: Qawet û zirûfên deryayî yên Îranê dikare dijminan ji zordariyê poşman bike.
Fermandê hêza deryayî ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, deryadar Elî Fedewî, roja yekşemiyê li civîna hevpar a fermandeyên pilebilind ên hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê û Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî wek komeka hevgirtî, xwediyê hêz û şiyanke pir zêde ne û dijmin vê yekê baş dizane.
Deryadar Fedewî got: Hêz û şiyanên berbiçav û balkêş ku li hember dijmin pêk hatiye, dijmin heta li astekê ku Emerîka li xwe nîşan dide gîhandiye vê encamê ku li nizameke maqûl a sûd û feydeyê , xisar û zirar û ziyana destdirêjiya ser Komara Îslamî ya Îranê dê ji qezanca wê zêdetir be.
Emîr deryadar Husêyn Xanzadî, fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê jî li civîna hevpar destnîşan kir: Hêza deryayî ya artêşê û Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, mista nizama Komara Îslamî ya Îranê li hember îstikbara cîhanî ne.
Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Yên ku bi zelîlî li dû pêkanîna bêtifaqî û cidakirina hêza deryayî ya artêşê û Sipahê pasdaran in , bila bizznin ku dê ev mista venabe heta ku devê îstikbara cîhanî were girêdanê.
Civîna hevpar a fermandên pilebilind ên hêza deryayî ya artêşa Koamara îsalmî ya Îranê û Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ser mijara xurtkirina yekitiyê, biratiyê, hevdilî û îstifada ji şiyana hev ji bo zêdekirina hevkariyan bi mazûvaniya hêza deryayî ya sipahê li Benderebasê li başûrê Îranê hat li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)