General Rizayî: Sînorên Îran û Komara Azerbaycanê tam ewleh in

Fermandeyê Çiqa Sînorvanîyê ya Hêza Intizamî ya Komara Islamî ya Îranê got: Tu pirsgirêkek li sînorên di navbera Îranê û Komara Azerbaycanê da tineye û sînorên hanê tam ewelh in.
General Qasim Rizayî li şarê Parabad ser bi parêzgeha Erdebîlê li bakura rojavaya Îranê herwiha got: 756 kîlomêtir sînor di navbera Îranê û Komara Azerbaycanê da heye ku ew sînor bi saya hevkarî û peywendîyên baş ên di navbera her du alîyan da ji sînorên herî ewleh ên welêt in.
General Rizayî bal kişand ser peywendîyên baş ên her du welatan di warê sînorparêzîyê da û got: Bi saya wan peywendî û hevkarîyên baş, sînorên Îran û Komara Azerbaycanê veguherîne sînorên dostîyê.
Fermandeyê Çiqa Sînorvanîyê ya Hêza Intizamî ya Komara Islamî ya Îranê pêgirî li ser parastina ewlehîyê li sînorê hevpar kir û got: Îran û Komara Azerbaycanê gellek babetên hevpar hene.
Li gorî gotina Serdar Rizayî, civîna Fermandeyên Sînorvanîyê yên her du welatan dê îro li şarê Bîlesiwarê ser bi parêzgeha Erdebîlê were lidarxistinê.