İslami Davet Kurdi Bange İslami

Deryadar Seyarî: Dijmin hewldide rewşa jiyana îslamî ya gelê Îranê biguherîne

Fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Dijmin lê digere ku rewşa jiyana îslamî ya gelê Îranê biguherîne.

Li gor rapora ajansa IRNA’yê, Deryadar Hebîbullah Seyarî fermandê hêzên deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li rêûrisma peywendiya tev Qurana kerîm li navça yekem a hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser şerê nerm yê dijmin dijî gelê Îranê destnîşan kir: Dijmin bi dû viya ye ku rewşa jiyana Îslamî ya gelê Îranê biguherîne û pêwîst e ku hemû xelk hişyar bibin û eger em di nav bêxeberiyê da bibin mecal bona sekinîna li heemberî dijmin ji dest diçe.

Deryadar Hebîbullah Seyarî bal kişande ser viya ku dijmin ji hemû îmkan û teknolojiyên rojê dijî îrana îslamî û nizama muqedese Komara îslamî behre digre got: Roja îro dijmin ji înternetê wekî emrazeke kara dijî gelê ranê behreh digre.

Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir; Bona ku gelê Îranê li hemberî van cure pîlanên dijminan bê parastin pêwîst e ku rewşa istifada dirust ji van cure teknolojiyan bibaşî fêrî xelkê bê dan.

fermandarê hêzên deryayî yê artêşa Komara îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku dijmin bi dû viya ye ku erzişên inqilabê kêm reng bike û kirêtiya gunah kirinê ji nav bibe destnîşan kir; Îstekbar bi dû viyaye ku bi guhartina rewşa jiyana îslamî ya gelê Îranê , ew çanda rastîne islamî li nav xelkê Îranê kêm reng bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version