ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Seyarî: Gemiyên şêrr ên îranî wê biçine Îtalyayê

Qumandê hêza deryayî ya stratêjîk a artêşa Komara Îslamiya Îranê, ragihand ku gemiyên şêrr ên îranî, wê herin peravên Îtalyayê.

Li gorî rapora IRNA`yê, emîr deryadar Hebîbullah Seyarî, qumandê hêza deryayî ya stratêjîk a artêşa Komara Îslamiya Îranê, roja yekşemiyê li kêleka rêûrisma destpêbûna sala nû ya xwendinê li Zanîngeha Bilind a Berevaniya Neteweyî, li koma nûçegîhanan herwiha got: Hêza deryayî ya artêşa Îranê, roja şemiyê, mazûvanê gemiya cengî ya îtalyayî bû ku ev bûyera pirr girîng e ji ber ku welatên ewrûpî, hes dikin ku bi Komara Îslamiya Îranê re, peywendiyên deryayî hebin.

Emîr deryadar Seyarî, li ser rewşa herî dawîn a Navgrûpa 43`an a hêza deryayî artêşa Komara Îslamiya Îranê li avên azad û navneteweyî jî got: Navgrûpa 43`an a hêza deryayî ya artêşa Îranê, niha li serê Kendava Edenê, erk û pêispartiyên xwe cih tîne.

Qumandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamiya Îranê, herwiha got: Îranê navgrûpeka aştî û dostaniyê ku ji du gemiyên cengî yên mûşekavêj, gemiyeka cengî ya hilgirê hêzan, gemiyeka piştevaniyê û helîkopterekê pêk tê, ji bo seredana peravên Pakistanê û ji bo dabînkirina ewlehiyê li navçeyên pirrxeter, şandiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu