ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Seyarî: Hêza deryayî ya artêşa Îranê tam amade ye

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê tekez kir ku ev hêza ji bo sekinîna li hemberî her cure gefên ihtimalî yên dijminan tam amade ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, emîr deryadar (admîral) Hebîbulah Seyarî li koma nûçegihanan li bajarê Zencanê (li rojavaya Îranê) bi gotina vîya ku niha hêzên çekdar ên Îranê di asteke baş a amadebûnê de ne, dîyar kir: Tevî bêewlehîtîya li navçê, Îrana islamî ewlehîyeke mayinde û guncav heye.

Deryadar Seyarî tekez kir ku hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê di pêşerojê de yê meimûrîyetên derveyî navçê berfire bike, ragihand: Amadebûna Komara Islamî ya Îranê li deryayên azad pişkek ji erka hêza deryayî ye.

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê herwiha “ dabînkirina ewlehîyê li hemî deryayan“ destkevta herî girîng a vê hêzê zanî.

Hêza deryayî ya artêşa Îranê heta niha 52 kompapor şandine deryayên azad û di rewşa nearam a Kendava Edenê de karîye bêyî astengîyeke piçûk li bernameyên derfirotin û derkirîna niftê û berhemên neniftî yên Îranê, hevrêtîya zêde ji 4 hezar gemîyên nifthilgir û ticarî bike û wan bigihîne deverên ewleh. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu