ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Seyarî: Pêşketinên hêzên çekdar ên Îranê berbiçav e

Fermandarê hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi pêgiriya li ser viya ku em li dû xurtkirina şiyana berevaniya welêt in, got: Roj bi rojê ev şiyan zêde dibe û pêşketina hêzên çekdar li hemî waran da berbiçav e.

Emîr deryadar Hebîbullah Seyarî roja sêşemiyê li kêleka vekirina yekemîn navenda doxtoriya Haypirbar a hêza deryayî ya artêşê, pêşketinên hêzên çekdar di hemî berûlayan da nîşana girîngiya berevaniya giştalî ji welêt da zanîn.

Seyarî her wiha got: Her kes dixwaze her helwêstekê bigire ber xwe, ji bo girîng nîne û şiyana berevaniyê ya welêt wiqas zêde ye ku dikare li hemberî her cûre gefekê bisekine û bersivê bide.

Yekem navenda doxtoriya haypirbar (Dermankirina bi oksîjêna bi fişara zêde) ya hêza deryayiya artêşê wekî tenha navenda perwerdehî-lêkolînî û dermaniya doxtoriya Haypirbar a welêt sibeha îro anku sêşemî, 31`ê Çileya 2017`an, bi amadebûna fermandarê hêza deryayiya artêşê li nexweşxaneya serapisporiya Gulistana NEDAJA`yê (Hêza deryayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê) hat vekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu