ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Xanzadî: Amadebûna li deryayan, şiyana Îranê ya berevaniyê zêde dike

Fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Îranê, li ser girîngiya amadebûna li deryayan û bandora wê li ser zêdekirina hêza berevaniya Îranê pêgîrî kir û got: Şandina paporan bo deverên curbicur ên cîhanê, pişkek ji stratejiya serastkirina riyên hatûçûnê di nav deryayan de jibo Komara Îslamiya Îranê ye.

Emîr Deryadar Husên Xanzadî, fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, di hevpeyvîneke televîzyonî de, bi pêgîriya ser pêwîstiya cihanîna dîplomasiya deryayî ji aliyê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamiya Îranê ve got: Nihêrîna giştî ya Komara îslamiya Îranê li deryayê, pêwendî û dostanî û pêkanîna ewlehiya komkî bi hevkarî û pişikdariya hemî welatên navçê ye.

Deryadar Xanzadî, herwiha got: Îran bi riya peravên Mekranê bi du sêyekê cîhanê re pêwendiyê çlê dike ku ev yeka ji Îranê re derfeteke baş pêk tîne daku riya Îranê ser deverên dûr jî were vekirin.

Fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Komara îslamiya Îranê bal kişand ser vê yekê ku welatên cîhanê di çarçoveya hevalbendiyê, bala xwe dane ser çêkirina nijyareka berevaniyê û destnîşan kir: Jibo çêkirina paporekê, her welatek çêkirina pişkekê digire ustiyê xwe, lê Îran naxwaze bikeve nav van hevalbendiyan û jiber ku dixweze li hember zorbêjiya cîhanî bi awayekî qahîm bisekine, wê hemî alavên xwe li nav welêt berhem bîne û çê bike.

Deryadar Xanzadî, bal kişand ser karên taktîkî yên hêza deryayî ya îranê bona parastina xetên peywendiyê û destnîşan kir: Hêza deryayî ya artêşa Îranê li halê amadebûna jibo hebûna li Pehnava Etlesê û Kendava Mêkzîkê ye.

Roja sêşemiyê 7`ê meha Azerê (28`ê Mijdarê) salvegera hemasesaziya personela papora mûşekavêj a Pêykanê, roja hêza deryayî ya artêşa Komara îslamî ya Îranê hatiye binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu