Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, şemiyê şevê li bernama Nigahê 1 a kanala yekê ya televîayona Îranê destnîşan kir ku hêza deryayî ya Îranê di asta herî bilind a îqtidarê de ye
Li gorî rapora Mêhr Newsê, emîr deryadar Husêyn Xanzadî bal kişand ser peywedniyên pir baş ên hêzên deryayî yên artêşê û Sipahê Pasdaran a Inqilaba Îslamî û got: Ev du hêz bi hev re tam di peywendiyê ne.
Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, her wiha bal kişand ser pêşketinên berevaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê û got: Artêşa Îarnê bêyî ku hevceyî bi biyaniyan hebe, bi palpiştiya hêza xwe ya navxweyî, hemî kelûmel û çekan li hundirê welêt de berhem tîne û dide xebtandin.
Emîr deryadar Husêyn Xanzadî li bara lidarxistina civîna fermandeyên hêzên deryayî yên welatên kêleka oqyanûsa Hindê li Têhranê û destnîşan kir ku 35 taximên pilebilind ên leşkirî ji welatên curbicure cîhanê ji bo beşdariya li vê civîna 2 rojî sefera Têhranê dikin. Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê bo du salan, dê serokatiya civîna fermandeyên hêzên deryayî yên welatên kêleka oqyanûsa Hindê( IONS) bike.
Şeşemîn civîna fermandeyên hêzên deryayî yên welatên kêleka oqyanûsa Hindê îro li Têhranê xebata xwe destpê bike. Ev civîna civîna herî mezina eskerî ya dîroka Îranê ye.
Emîr deryadar Husêyn Xanzadî bal kişand ser vê yekê ku navça oqyanûsa Hindê ji hêla ticareta cîhanî ve pir giring e û got:yek sisiyanê ticareta cîhanî li bakurê oqyanûsa Hindê cih tê.
Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, destnîşan kir: Ev navçeya ji ber hebûan enerjiyê û giringiya stratejîk, hêza berhemanîna qawetê û zirûfa xuliqanûna serweta zêde heye loma hêzxurtan tim bala xwe dane ser vê navçê.