ÎranNûçeRojhilatanavin

Deryavan Seyarî: Istiratêjîya Îranê jordabirina asta şîyana pêşîlêgirtinê ye

Fermandarê hêza derayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Istiratêjî û doktorîna Îranê, jordabirina asta şîyana berevanîyê ya ser bingeha pêşîlêgirtinê ye.

Emîr deryavan Hebîbulah Seyarî fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê îro li komabûna fermandarên beşa başûr a artêşa Îranê herwiha got: Îran tu wexta di fikra êrişa ser tu welatekî da nebûye lê, heke welatek di fikra êrişa ser Îranê da be, yê bersiveke poşmanker wergire.

Emîr deryavan Seyarî dabînkirina ewlehîya navçê wekî armanceke jordabirina asta hêza berevanîyê ya Îranê zanî û got: Hêza deryayî ya artêşa Îranê cîgeheke baş heye û roj bi rojê şîyana Îranê ya berevanî û pêşîlêgirtinê zêde û berfire bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu