IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina taxeke din a Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê

Hêzên çekdar ên Iraqê di dewama pêşdaçûna xwe ji aliyê rojava ber bi beşa navendî ya bajarê Mûsilê, taxeke teze ji bin dagirkeriya têrorîstan derxistin û malbatên aware yên iraqî jî ji bo vegeriyana bo malên xwe amade dibin.

Li gorî rapora kanala El-Alemê, Ebdul Emîr Yarellah fermandeyê opêrsiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê roja duşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku komandoyên beşa têkoşîna li hemberî têrorîsmê ya vî welatî piştî şer û pevçûnên giran digel çeteyên DAIŞ`ê, taxa Semûdê li beşûa başûrê rojavaya bajêr azad kirn.

Li gorî gotina Yarellah, hêzên iraqî opêrasiyoneke teze jî li taxa kêleka Semûdê dest pê kiirn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu