ÎranNûçeRojhilatanavin

Tekezkirina Îran û Iraqê ser çareserkirina pirsgirêkên tep û tozê

Alîkara serokê Komara Îslamî ya Îranê û seroka Rêxistina jîngehê ya Îranê û wezîra tendrustiyê yê Iraqê ser berfirehkirina hevkariyan jibo çareserkirina pirsgirêkên toz û xweliyê tekez kirin.

  Mesûme  Îbtikar,alîkara  serokê Komara Îslamî ya Îranê, û seroka Rêxistina Jîngehê ya Îranê,êvara yekşemiyê li gotûbêja telefonî tev  Edliye  Hemûd  wezîra tendrustiyê ya Iraqê, xwestin ku  reşnivîsên  hevkariya  du welatan li warê çareserkirina  pirsgirêkên tep û  tozê cih werin.

Îbtikarê diyar kir: kontrolkirina  navendên  tep û tozê ya Iraqê bitaybet navendên  bibandor ser navçên rojavayê û navçên başûrî yên Îranê yên mîna pendavên  sînorî, pêwîst e.

Edliye Mehmûd wezîra tendrustiyê ya  Iraqê jî li vê gotûbêja  telefonî amadetiya  vî welatî jibo hevkariya  li warê çareserkirina  mesela tep û tozê, ragihand û soz da ku bi awayekî cidî vê meselê bişopînin.

Di eynî demê de , Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî vê sibê li destpêka  civîna  dersa dervey fiqhê,pirsgirêkên vê dawiyê yên  li parêzgeha Xûzistanê û qutbûna av û iliktrîkê û amêrên  peywendiyê di hewaya sar a vê parêzgehê da mînakek ji pirsgirêkên diltezîn û dijwar ên xelkê dan zanîn û diyar kir: Eva erkeke cidî, demlidest û hertimî ya hikûmetan e ku li  fikra xelkê a bibin.

Li rojên  derbasbûyî, tep û tozê jibo xelkê parêzgeha  Xûzistanê li başûrê rojava Îranê , pirsgirêkên  mîna  qutbûna  berdewam a iliktrîkê û avê pêk anîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu