IraqNûçeRojhilatanavin

Despêbûna dewra sêyem a operasiyona Heşdî Şebî li aliyê rojavayê Mûsilê

Berdevkê Heşdî Şebî ya Iraqê ji despêbûna dewra sêyem a operasiyona xwe bona azadkirina Mûsilê li bereya rojavayê Mûsilê li parêzgeha Neynewayê xeber da.

Berdevkê Heşdî Şebî ya Iraqê Ehmed El-Esedî got:  Heşdî Şebî dewra sêyem a operasiyona xwe bona azadkirina bereya rojavayê Mûsilê li parêzgeha Neynewayê daye despêkirin.

Li vê çarçovê de wî ji xelkê rojavayê Mûsilê xwest piştgiriya xwe ji hêzên Heşdî Şebî berdewam bike.

El-Esedî got: Ji bo bidestxistina serkevtineke din a dîrokî li hemberî terorîstên tekfîrî hevrêtî û alîkariya xelkkê ji me re pêwîst e.

Berdevkê Heşdî Şebî ya Iraqê got: Erka ser milê me li mêhwera rojavayê Mûsilê heya dema ku gişt hedefên me yên diyarkirî neyên dest berdewam dike.

Li gor fermana serokwezîrê Iraqê azadkirina Mêhwera Rojavayê Mûsilê spartine Heşdî Şebî , van hêzana jî ji dema despêbûna operasiyona azadkirina Mûsilê gelek deskevt bi de.st xistine (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu