ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Cihanê: Neyariya Amerîkayê û siyonîstan li hemberî Komara Îslamiya Îranê ji ber Îslamê ye

Rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî, îro sêşemiyê li hevdîtina komek ji berpirsên nizamê û balyozên welatên îslamî bi minasibeta salvegera mebesa Hezretê Mihemedê Mistefa (s), pêxemberê hêja yê îslamê destnîşan kir: Amerîka û siyonîst bi Komara Îslamiya Îranê re neyarî û dijayetiyê dikin ji ber ku Îslam li Îranê berbiçavtir e û pêşiya zêdexweziyên wan digire.

Li gorî nûçen SAHAR TV yê ji zarê rapora nivîsgeha parastin û weşandina berhemên hezretê ayetulah Xamineyî, rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî, fêmkirin û têgihêştina hegera dijminatiya zorbêjan li hemberî îslamê,pêsparte û erka berpirsên welatên îslamî da zanîn û got: Divê dewletên bizanin ku armanca Amerîkayê ji hevrêtiya bi welatekî îslamî re û dijminatiya bi welatekî din re, girtina pêşiya pêkhatina yekbûna cîhana îslamê û çêkirina berbendan li ser riya fêmkirin û têgihêştina hevpar a misilmanan ji berjewendiyên civakên îslamî ye.

Wî şiyana bêmînak a îslamê li pêşketin û geşepêdana civakên mirovan, karîn û hêjatiya vî olî ji bo pêkanîna şaristaniyeta madî û manewî ya bi hev re û herwiha hêza îslamê ya li hember zilm û destdirêjiyê, hegerên sereke yên dijminatiya zorbêjan li hemberî ola pîroz a îslamê dan zanîn û got: Pêkanîna komên terorîst ên ser navê îslamê û pêkanîna duberetiyan di navbera welatên îslamî, ji pîlanên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst in.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Welat û mirovên talanker bi hin welatên navçê re hevpeyman in û jibo domandina vê hevpeymanî û karê xwe, hewl didin Komara Îslamî ya Îranê yan jî teşeyu (mezheba şîe) dijminê wan (welatên navçê) bidin nîşandan, lê divê hemî vê yekê bizanin ku yekbûn û berxwedana li hemberî zorbêjan, riya pêşketina cîhana îslamê ye.

Wî, siyasetên hevpar û bigef ên hemî berpirsên berê û niha yên Amerîkayê li dijayetiya bi gelê Îranê re, nîşana nêta xêrnexwazane û qirêj a berpirsên hemî partî û tevgerên siyasî yên vî welatî da zanîn û got: Amerîkiyan di hemî deman de jibo lêxistina derbê li Îranê, her karek ku ji destê wan dihat, kirine, lê divê her kes bizane kî ku dest bavêje berjiwendiyên gelê Îranê, bêguman ew ê bi xwe ziyanê bibîne.

Rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî herwiha xitabî namzedên (berendamên) hilbijartina serokkomariyê li Îranê, ji wan xwest: Soz bidine xelkê ku jibo pêşxistina karûbarên welêt, geşepêdana aboriyê û çareserkirina pirsgirêkan, çavê wan li biyaniyan û derveyî welêt nebe.

Berî axiftina rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî, Hesen Ruhanî, serokê Komara îslamiya Îranê, demokrasiya olî diyariyeka beseta pêxemberê îslamê (s) da zanîn û got: Cîhana îslamê tûşî şidet, teror, tekfîr, ne aramî û bê ewlehiyê bûye û divê roja îro, bi saya derswergirtina ji bêseta pêxemberê Îslamê (s), welatên navçê û welatên îslamî,  ji pirsgirêkan, bê ewlehiyê û ne aramiyê xilaswerin rizgar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu