CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Despêbûna Rûniştina Civata Giştî ya NY li Newyorkê

Serokên siyasî yên welatên cihanê ji îro ve ji bo axivtina li Rûniştina Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) beşdar dibin.

Li gor IRIB Newsê, Îsla li civîna NY, serokomarê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokomarê Çînê Şî Cî Pîng jî beşdar dibin.

Îsal 196 nûner ji aliyên welatên curbicur di nav rûniştina Civata Giştî ya NY de diaxivin.

Li gor daxuyaniya NY, serokomarê Brazîlê ewil kes e ku îro li rûniştina Civata Giştî ya NY diaxive û piştî wê serokomarê Amerîkayê Donald Trump wek mazûvan diaxive.

Serokomarê Îslamî yê Îranê Hesen Ruhanî jî ku şeva borî gihêşte Newyorkê got: Hêvîdarim li rewşa hestyar ya îro li navçê de em bikarin peyamên netewên navçê ku aştî û kutakirina mudaxileyên biyanî li navça hestyar a Kendava Farsê û rojavayê Asyayê ye bigihînin cîhanê. 

Başa dön tuşu