NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina artêşa Sûriyê li Helebê li hember terorîstan

Hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li operasyoneke serketî hin navçên bajarê Helebê ji destê terorîstan azad kirin.

  Li gorî rapora roja yekşemiyê ya El-Alamê, artêşa Sûriyê  navça Soq El-Ceyş û meydana  Beîdînê li derdora Helebê ji destê terorîstan azad kirin.

Di eynî demê de hêzên sûrî meqerên grûpên terorîstî li navça El-Raşidînê rojava Helebê gullebaran kirin ku li encama vê operasyonê terorîstan  gelek xisarên canî û malî dîtin.

Li navçên  brojava Helebê jî hêzêzn artêşa  Sûriyê karîn ku  navça  Erz El-Cebesê ji destê terorîstên Ceyş El-Fethê azad bikin.

Hevgavê bipêşdeçûn û serketinên artêşa  Sûriyê û hêzên hevpeyman li derdora Helebê bi sedan kes ji xelkê navçên rojhilata Helebê ku di bin kontrola terorîstan in bi lidarxistina  xwenîşandanê daxwaza dreketina grûpên çekdar û terorîstan ji van navçan kirin.

Roja şemiyê grûpên terorîstî bi gullevaêtina ber bi cimaeta ku dixwestin ji rojhilata Helebê derkevin hejmarek ji wan kuştin û  bi dehan kes ji wan çend jin û zarok li encama vê êrişê birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu