EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Dest bikarbûna karê civîna salane ya encumenên îslamî yên xwendekarên Îranê li Lahayê

Civîna salane ya Yeketiya encumenên îslamî yên xwendekarên Îranê li Ewrûpa û Amerîka îro şemiyê bi peyama Rêberê giranqedr ê inqilablê karê xwe li Lahaya Holandê karê xwe destpê kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elîreza Cîhangîrî baylozê Îranê li Holandê li civata giştî û civîna salane ya Yeketiya encumenên îslamî yên xwendekarên Îranê li Ewrûpa û Amerîka li Lahayê got: Peyama Rêberê giranqedr ê inqilabl a îslamî ya Îranê bo Yeketiya encumenên îslamî yên xwendekarên Îranî nîşana girîngiya vê yeketiyê ye û wezîfe û pesparteya van xwendekaran pirtir dike.

Elîreza Cîhangîrî destnîşan kir; Yek ji xalên girîng yê peyama rêberê giranqedre inqilabê bo vê civînê tesîra vê encumenê ye, loma pêwîste ku xebata vê encumenê dewlemend be û xebata vê encûmenê li hemû bajarên ewrûpa berfirehtir bibe.

Elîreza Cîhangîrî bal kişande ser viya ku xwendekarên îranî ku li derve ji Îranê dersê dixwînin baylozên rastîne Îranê ne got: Pêwîste xwendekarên îranî ji hemû hêza xwe bona sekinîna li hemberî Tirsandina ji Îranê û Tirsandina ji Şîe bikar bigrin.

Hezretê ayetulla uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî duh îniyê li vê peyamê ragihand: Çaverêtiya ji we delalan xebatek zêdetir ji xwesaziya zanistî û dînî û exlaqî ye û çaverêtî heye ku hûn li ser hawîrdora xwe bandorê bikin û şopînerên riya Xwedê bi saya gotin û kiryara xwe zêde bikin.

Herzretê Ayetullah uzma Xamineyî bal kişande ser viya ku “Ciwanî û xwendekarbûn“ wekî pêşbireke bihêz mirov di riya bidestxistina armancên bilind alîkariyê dike û bi bîr xist: Hûn ji bilî van duyan, ji serpişkî û qazanca hebûna li pergala bibandor a Lijneyên Îslamî jî sûdê werdigirin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Her yek ji me gere ku kaniyek bi bereket ji merifeta durust a îslamî û riya rast a Xwedê be.

Civîna sê rojî ya Yeketiya encumenên îslamî yên xwendekarên Îranê li Ewrûpa û Amerîka ji duh îniyê li Lahê birê ket (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu