Bi dehan bajaroknişînên siyonîst bi bê şermî û bi piştgiriya eskerên vê rejîmê êriş kirin ser mizgevta Eqsayê.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, 191 bajaroknişînên siyonîst îro çarşemiyê bi piştgiriya eskerên Rejîma dagirkirê Qudsê ji Bab Ul-Muxaribê êriş kirin ser mizgevat Eqsayê û li Bab Ul-Rehmê yek ji derwazên vê mizgevtî rê û resmên telmûdî lidarxistin.
Mizgevat Eqsayê bûye meydana cilîdê bo eskeran û bajaroknişînên siyonîst bona jinavbirina howiyeta Îslamî û xiristiyanî ya Beytul muqedesê û û danîn sembolên siyonîsmê.
Ji aliyê din ve eskerên Rejîma dagirkirê Qudsê Ehmed Etwen nûnerê meclisa qanûndanîna Filistînê tev heşt filistîniyên din li navenda kêleka rojava ya çemê Urdinê girtin.
Eskerên siyonîst her wiha êriş kirin ser mala Heniye Monîr Nasir jina filistînî li rojava bajarê El-Bîreyê li kêleka rojava ya çemê Urdinê û ev jina girtin û mal û milkên wê zewt kirin.
Eskerên siyonîst her ro bi mehneyên curbicur êrişê dikin ser malên filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê û Qudsê. amarên fermî yên Filistînê nîşana hebûna herîkêm 6 hezar û 500 filistîniyan li zindanên Îsraîlê ye.