FilistînNûçeRojhilatanavin

Destdirêjiya nîzikî 240 siyonîstan ser Mescidul-Eqsayê

Nîzikî 240 bajaroknişînên siyonîst êrişî ser hewşa Mescidul-Eqsayê kirin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Feras Dêbs berpirsê agehdarî gihandina saziya Ewqafa îslamî ya Quds`ê got: Nîzikî 240 bajaroknişînên siyonîst îro pêncşemê li 3 grûpan û li bin parastina eskerên Rejîma Siyonîstî ji Babul-Meqaribê ketine nav Mescidul-Eqsayê.

Feras Dêbs got: Ev destdirêjiya siyonîstan li roja dudyane eyda Cihûyan a Hanoka cih hatiye.

Feras Dêbs destnîşan kir ku ji sala 2017 heta niha zêde ji 24 hezar ji bajaroknişînên siyonîstî êrişî ser Mescidul-Eqsayê kirine.

Mescidul-Eqsa nîşana serekeye îslamî-Filistînî li bajarê Bêytul-Muqedes`ê ye û hertim Rejîma Siyonîstî bi destdirêjiyên xwe yên ser vî bajarî dil heye ku van cure nîşan û nasnamên îslamî ji nav bibe.

Rejîma Siyonîstî îro herwisa li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê û li bajarên wekî El-Xelîl û Nablusê êrişî ser filistîniyan kirin û herî kêm 8 filistînî girtin.

Donald Trump serokkomarê Amerîka çarşemiya hefta bihurî terseyî neyariyên berfireye navçeyî û cîhanî bilî viya ku Bêytulmuqedes wekî paytexta Rejîma Siyonîstî ragihand, ferman da ku baylozxana Amerîka bibene vî bajarî.

Welatên curbicure îslamî xwenîşandanên berfireh li hemberî vê biryara Trump hate birê xistin û misilmanan ragihandin ku Bêytul-Muqedes paytexta filistîniyan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu