ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Destdirêjkerên Siûdî agirbesê li Hudeydeyê binpê dike

Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenêm, Yehya Serî’ her wiha got: Firokeyên şêrr ên siûdiyan di heyama çar rojên bihurî da, 57 caran navçeyên cûrbicûr ên Yemenê dane ber bombeyan.

Li gorî ragihandina Hisên Ezî, Alîkarê wezîrê karên derve yê Yemenê, destdirêjkerên siûdî heta niha zêde ji 11 hezar carî agirbesa li bajarê Hudeydeyê binpê kirine.

Agirbesa lihevkirî li Swêdê di naebra desteya şandî ya ji Senayê û desteya Riyazê ji berbanga Sêşemiyê, 18ê Kanûna 2018an va li bajarê Hudeydeyê dest pê bûye, lê Hevpeymaniya Siûdî her rojê wê binpê dike.

Bendergeha Hudeydeyê rêya herî sereke ya şandina alîkariyên însandostiyê bo Yemenê ye.

Gotûbêjên aşitiya yemenî-yemenî roja 6ê Kanûnê bi press konferansa Martîn Girîfît şandiyê NY li karûbarên Yemenê û xanima Margarêt Valêstrom serokwezîra Swêdê li koşka Juhansborga Istukhulmê birê ket û roja Pêncşemiyê 13ê Kanûnê bi lihevkirina derbarê agrbesa li Hudeydeyê, bi dawî bû.

Vebûna frokexaneya Senayê û bendera Hudeydê, rakirina dorpêça ser xelkê Yemenê û dayîna mûçeya karmendên dewletê û şandina alîkariyên mirovdostane ji babetên serekeye vê gotûbêja yemenî-yemenî bûn.

Başa dön tuşu