CîhanNûçe

Li Şîkagoyê êrişên çekdarî: 9 kuştî 26 birîndar

Li bajarê Chicago yê Amerîkayê di êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Şîkagoyê (Chicago) yê Amerîkayê di êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Medya Amerîkayê ragihandiye ku ofîsa çapemeniyê ya polîsên Şîkagoyê derheqê bûyerên dawiya hefteyê ku ji roja înê hetanî êvara yekşemê li bajêr qewimîn daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, di bûyerên êrişên çekdarî yên dawiya hefteyê de li bajarê Chicagoyê 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn ku zarokên 9 û 15 salî jî di nav de ne. Yek ji êrişa çekdarî li maleke herêma Fernwood a başûrê bajêr pêk hat. Polîsên ku piştî bûyerê çûnê herêmê rastî cenazeye 2 jin û 2 mêran hatin. derheqê bûyerê de lêpirsîneke berfireh destpê kirin.

Yek ji bûyerên din jî li otobusa sey û geryanê ya ku ciwan eleqeyeke mezin nîşan didin pêk hat. Li herêma Lake Shore Drive di otobusa ku diçû de di navbera rêwiyên wê de gengeşî derket, piştî gengeşiyê 3 kes bi çekan birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxanan. Li bajarê Şîkagoyê îsal di şer û pevçûnên çekdarî de 701 kes hatin kuştin û nêzî 4 hezar û 50 kesî jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu