NûçeRojhilatanavinSûriye

Hejmarek çekdarên terorîstên ASA yê welatiyek Efrîn ra îşkence kirin

Hejmarek çekdarên grubên ser bi opozîsyona Sûriyê avêtin ser mala welatiyekî kurd, çav, dest û lingên wî girêdan û ew îşkence kirin.

Rêxistina mafê Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de li ser rpela xwe ya fermî ya Faecbookê ragehand ku, hejmarek çekdar avêtin ser mala welatiyê kurd Şêxî Simo ji gundê Hêyamo yê ser bi nahiya Bilibê,  çav, dest û lingên wî girêdan û ew îşkence kirin û daxwaza pereyan kirin.

Li gor daxuyaniya Rêxistina mafê Mirovan li Efrînê wan çekdaran 8 hezar û 500 lîreyê sûrî û mubailê wî welatiyê kurd jê dizîn û reviyan.

Herwiha da zanîn ku, wan çekdaran gef li wî welatî kirin û ewê careke din vegerin û demê divê malê ji wan çekdaran re vala bike.

Başa dön tuşu