IraqNûçeRojhilatanavin

Desteyeke dewleta Iraqê giheşte Hewlêrê

Desteya pilebilind a darayîyê ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya serokê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq gihîşt Hewlêrê û biryar e li ser pirsên darayîyê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi aliyê Kurd re bicive.

Li gor zanyariyan, ew deste yê derbarê pirsên girêdayî bi dahat û jêderên darayîyê yên Herêma Kurdistanê û karê komîteyan bi hûrî ligel berpirsên Herêma Kurdistanê guftûgoyê bike.

Serdana vê desteya Iraqî piştî wê yekê tê, ku duh berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dizeyî ragihand, biryar e şandeke hikûmeta Bexdayê ji bo kivşkirina mîkanîzma dayîna mûçeyan û vekirina firokxaneyan serdana Hewlêrê bike.

Berê jî, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandinbû ku heta berî cejna Newrozê yê miaşên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu