CîhanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Îsal zêdetirî 5 hezar penaber di Behra Spî de xeniqîn

Rêxistina Penaber a Navdewletî ya Neteweyên Yekgirtî (IOM) diyar kir ku îsal di hejmara penaberên ku dixwestin derbarî welatên Ewropayê bibin lê jiyana xwe ji dest dane de zêdebûn çêbûye. Sazî diyar dike ku di navbera 1ê Rêbendana 2016an û 21ê Berfanbara 2016an de 358 hezar penaber bi rêya deryayî derbasî welatên Ewrapoyê bûne. Li gorî hejmara par ji 3 yek rêje zêde bûye.

Bi mirina 100 penaberên li peravên Sîcilyayê ya pêr re hejmara penaberên ku dixwestin derbasî welatên Ewropayê bibin û jiyana xwe ji dest bidin 5 hezar derbas kir. Li gorî daneyên rêxistinê par di Behra Spî û ya Egeyê de 3 hezar û 777 penaberan jiyana xwe ji dest dabû. Zêdetirê penaberên ku jiyana xwe ji dest dane yên Rojhilata Navîn û welatên Afrîqayê ne ku ji ber şerên navxweyî direvin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu