IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Destpêbûna birêketina tirenên Helebê ber bi Bexdayê

Piştî çar sal û nîvan Tirena Helebê li bakûra Sûriyê ber bi Bexdayê paytexta Iraqê ku ji ber dagîrkeriya terorîstan hatibû rawestandin, xebata xwe carek din destpê kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Elî Hemûd wezîrê teranzîta Sûriyê bal kişande ser ewlehiya tam li bajarê Helebê got: Tirenekî musafirkêş ji tirmînala riya hesin a Cebrînê li Helebê ber bi tirmînala riya hesin a Bexdayê birê ket.

Necîb Faris birêveberê giştî yê xeta riya hesin a Sûriyê bal kişande ser viya ku li ser riya hesin a Helebê ber bi Bexdayê 330 bomb ji aliyê terorîstan hatibûne danîn û li 40 ciyan ev riya hesin rastî xisaretan hatibû got: Çêkirina ducarî ya vê riya hesin li mudeha 20 rojan kuta bû û niha tirena Heleb ber bi Bexdayê xebata xwe carek din destpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu