ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Destpêbûna çêkirina dermanê îranî li Rûsîyê

Xeta berhemanîna dermanê nûçêkirî yê îranî ê dermankirina MS`ê bi amadebûna Hesen Qazîzade-Haşimî wezîrê tenduristî, dermankirin û perwerdeya pizişkîyê yê Komara Islamî ya Îranê li bajarê Sênpêtêrzbûrga Ûrsêtê bi ket rê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li gorî plankarîya jibo hevkarîyên Têhran û Moskovê li xeta berhemanîna dermanê nûçêkirî yê îranî jibo dermankirina nexweşîya MS`ê ku îro li bajarê Sênpêtêrzborgê bi rê ket, alîyê îranî veguhestina têknolojîya berhemanîna madeya destpêkê ya dermanê Fîngolîmodê li gorî lihevkirna ligel şirîkê ûris cih tîne.

Li gorî vê hevkarîyê, madeya destpêkê ya dermanê MS`ê yê bi istandardên herî jorîn ên cehanî ku sazîyên navnetewî piştrast kirine li bazara dermîn a Ûrsêtê û welatên din bê berhemanîn.

Roja pêncşemê jî li muzakireyên wezîrê tenduristîya Îranê ligel Vêronîka Iskûrotsva wezîra tenduristîya Rûsîyê yê 2 protoklên peywendîyên warên derman û alavên pizişkî û planeke hevkarîyên tenduristîyê yên dewletê û 12 belgeyên hevkarîya beşên sivîl ên her du welatan li Moskovê bên wajokirin.

Hesen Qazîzade-Haşimî, wezîrê tenduristî, dermankirin û perwerdeya pizişkî yê Îranê îro jibo nirxandin û pêkanîna zemîneyên hevkarîya Îran û Rûsîyê di warê tenduristîyê da ligel taximekê giheşte Ûrsêtê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu