IraqNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna civîna awarte ya parlimana Iraqê bi serokatiya Cibûrî

Civîna awareta ya parlimana Iraqê bi dû daxwaza hejmareke parlimanterên nerazî li hemberî pêvajoya sist a çaksaziyên li kabîneya vî welatî, destpê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, civîna awarte ya parlimana Iraqê bi dû grev û nerazîbûna hejmarek ji parlimanteran, bi serokatiya Selîm Cibûrî destpê bû.
Berî viya parlimanterên nerazî û grevgirtî li parlimanê ragihandibûn ku heke Selîm Cibûrî amade nebe, ew dê parlimanretekî temendar wek serokê vê civînê hilbijêrin.

Bi saya dewama greva parlimanteran û nerazîbûna wan, civîna parlimana Iraqê jibo dengwergirtina li bara kabîneya nû ya vî welatî, Elî Bedîrî parlimanterê Hevalbendiya Netewî ya Iraqê li meclisê ragihandibû ku Selîm Cibûrî yê serokatiya meclisê bigire destê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu