EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li peravên Libyayê zêdetirî 100 cesedên penaberan hatin dîtin

Hate ragihandin ku di encama teriqandina qayiqekê de zêdetirî 100 penaberan jiyana xwe ji dest daye û cesedê wan gihiştiye peravên Libyayê

Berdevkê Hêzên Behrê yê Libyayê Eyub Qassim, diyar kiriye ku cesedên herî kêm 104 kesan li peravên bajarê Ziwarayê hatine dîtin.

Li qeraxê Libyayê 84 penaber winda bûn

Li peravên Libyayê duh qayiqek hatibû dîtin ku ti kes di nava wê de tune bûn. Li gor agahiyên rayedarê Libyayî daye, muhtemel e ku ev qayiq ew be û du roj berê di nava avê de nuqum bibû. Rayedar dibêje; “ji ber ku ev cûre qayiq 125 kesan hildigre nava xwe, ihtimal heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.”

Qassimê herweha diyar kiriye ku welatên Ewropayê, ji bo pêşîgirtina çûna penaberan a ji ser Libyayê ti tiştekî nakin. Gassim got ku “Tene miriyan dijmêrin”.

Di hefteyeke derbasbûyî de nêzîkî 1000 penaberan di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dan. Li Behra Spî vê sibê, li başûrê Girava Gîrîtê, keleka ku penaber têdebûn noqmî avê bû û di encamê de herî kêm 4 kes mirin, 340 kes jî hatin rizgarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu