ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna civîna koma xebatê ya Deryaya Xezerê bi beşdariya Zerîf

Çil û heftemîn civîna Koma Xebatê ya taybetî Amadekirina Konvansiyona Rejîma Hiqûqî ya Deryaya Xezerê (Kaspiyanê), bi beşdarî û axiftina wezîrê karên derve yê Îranê li Têhranê dest pê bû.

Di vê civîna du rojî de ku nûnerên taybet û alîkarên wezîrê karên derve yên 5 welatên perravên Deryaya Xezerê ku ji Komara Îslamiya Îranê, Komara Azerbaycanê, Rûsya, Qezaqistan û Tirkmenistanê digire ber xwe, beşdar in, wê Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, biaxive.

Di civîna Têhranê de, ji bilî gotûbêja li ser meselên herî girîng ên li reşnivîsa Konvansiyona Rejîma Hiqûqî ya Deryaya Xezerê, wê li ser karên destpêkê yên civîna pêncan a serokomaran li Qezaqistanê jî gotûbêjê bikin.

Gotûbêjên dawîn ên Koma Xebatê ya taybetî Amadekirina Konvansiyona Rejîma Hiqûqî ya Deryaya Xezerê, hawîna buhurî li bajarê Astanê û rojekî berî civîna wezîrên karên derve yên 5 welatên perravî yên Deryaya Xezerê li Qezaqistanê hatibû li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu