Destpêbûna deheka Fecra Inqilaba Îslamî ya Îranê
Îro sêşemiyê, 12 Behmenê . 31 Çilla 2017an destpêka deheka pîroz a Fecra Inqilaba Îslamî ya Îtanê ye.
38 salan berî niha di rojeke wiha de ,12 Behmena sala 1357 H.Ş, hezretê Îmam Xumêynî(Rehmetullaheleyh) rêberê feqîdê inqilabê û xîmdarê komara Îslamî ya Îranê. Piştî 15 salan dûrî û dûrketina ji welêt , pê danî nav axa Îrana Îslamî û ji aliyê koma bi coşe gel ve hat pêşewazî kirin .
Pêşewaziya berfirehe gelê hişyar û agahe Îranê ji Îmam Xumêynî bê mîank bû bi curekê ku dikarin bêjin li ti dewreyeke dîroka hevçerx, gel wisa ji kesayetiyekî xweştivî û hebandî, wisa pêşewazî nekiribûn .
Îmam Xumêynî(rehmetullah eleyh) piştî axiftineke kurt bona spasîkirinê li balefirgeha Mêhrabada Tehranê , bona ku qedr û hurmeta şehîdên Inqilaba Îslamî bigre çû ser tirba wan li Bêhêştê Zehrayê û li wir li nav koma germ û gurre civatê, axiftinên giring kir .
Piştî derbasbûna deh rojan ji hatina wî bo Îranê , li roja 22 Behmena sala 1357,(11 Fewriya sala 1979-an )inqilaba mezine Îslamiye Îranê bi ser ket .
Loma ji roja 12 Behmenê, yanî roja gihêştina Îmam Xumêynî(rehmetullah eleyh) bo Îranê heya 22 Behmenê ku roja serketina Inqilaba Îslamî ye deheka Fecrê hatiye bi nav kirin û her salê , cejn û merasimên taybetvê heyamê tê birêvebirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)