Destpêbûna dengwergirtina Hilbijartinên Parlemanî li Hindistanê

Dengwergirtina Hilbijartnên Parlemana Hindistanê vê sibê pêncşemiyê bi berçavgirtina tivdîrên giran ên ewlehiyê li seranserê vî welatî destpê bû.
Li gorî rapora kanala Sahar`ê ya pişka Urdûzimên, qonaxa ewil a dengirtina hilbijartinên parlemana Hindistanê ku vê sibê pêncşemiyê despê bûye heya piştî nîvro didome. Heft roj bo hilbijartinên navçên curbicure vî welatî, yek milyar û 350 milyon kesî hatiye kivşkirin û biryar e deng li roja 23 Gulanê bên hejmartin. Serokwezîrê niha yê Hindistanê, Narinda Modî ku serokê partiya Hindistanê û netewexwaz ê Beharatiya Canatayê ye piştî serokwezîrtiya bodewra pênc salî ya din e. Li gor lêkolînan, kar û şuxil, netewexwazî, rewşa cotkaran, ol û çîn û qatên civakî ji van meselan in ku bandorê ser van hilbijartinan dikin.
Li van hilbijartinan, 900 milyon kes hêjayî dengdayîna li bûyera herî mezin a demokratîk a cîhanê ye.
Partiyên siyasî yên Hindistanê li qonaxa ewil bo 91 kursiyên parlemanê hevrikiyê dikin.