AsyaCîhanNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna dengwergirtina qonaxa dudiyan a hilbijartinên parlemanî li Hindistanê

Dengwergirtina qonaxa dudiyan a hilbijartinên parlemanî li Hindistanê (Lok Saba) vê sibê pêncşemiyê bi berçavgirtina tivdîrên ewlehiyê li seranserê vî welatî destpê bû.

Dengwergirtina qonaxa dudiyan a hilbijartinên parlemanî li Hindistanê ku ji  vê sibê  pêncşemiyê 18 Nîsanê ve destpê bûye, dê heya  piştî nîvro bidome.

  Li vê qoaxê, berbijarên  hilbijartinên  parlemanî li 12 eyaletan bona bidestxistina 95 kursiyên parlemanê hevrikiyê dikin.

 Qonaxa ewil ya dengwergirtina hilbijartinên  parlemana Hindistanê ( Lok Saba) pêcşemiya buhurî( 11 nîsanê) li 18 eyaletên vî welatî hatibû lidarxistin.

  Komîta hilbijartinên  Hindistanê li raporekê ragihand ku li yekim qonaxa hilbijartinên  parlemnaî yên vî welatî sedî 69.43 kesên  hêjayî dengdayînî, beşdar bibûn.

 Eva li halekî ye ku asta beşdariya gelê Hindistanê li qonaxa ewil a hilbijartinên seranserî yên sala 2014`an a Hindistanê sdî 70.6 bûye.

 Zêde ji 900 milyon kes ji nûfûsa zêde ji yek milyar û 300 milyon kesî ya hindê dikarin beşdarê hilbijartinên  parlemanî li vî welatî bibin.

 Gelê Hindistanê li heft qonaxan diçin ser sindûqên dengan û deng li 23 meha Gulanê dê werin hejmartin.

Başa dön tuşu