ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Kirmaşanê 369 kesan hatin girtin

Li gor raportên malperên herêmî yên Kirmaşanê, di heyama çend rojên borî de li bajarê Kirmaşanê, di bin navên kesên girêdayî û mûptelayê madeyên hişber de 369 kes hatine girtin.

Fermandarê leşkeri yê Îranê Elîriza Merizbanî ji malpera Mîhr  re ragehandiye: ‘’Ew kesên ku bi madeyên hişber ve girêdayî û kesên ku gerok bûn piştî bêhnvedanên Newrozê dê bên azad kirin.’’

Girtina wan kesane di demekê de ye ku berî naha yek ji berpirsên payebilind û wezîrê berê yê hikûmeta Îranê Mistefa Pûrmihemedî bi aşkerayî ragehandibû: ‘’Hin kesên di saziyên hikûmetê de bi awayek transît di hatina madeyên hişber ji Efganîstanê ve bo Îranê destê wan heye.’’(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu