BehreynNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna dewra dudyan a hilbijartina parlemanî li Behrêynê

Ajansa nûçan a Behrêynê ya Bena ji destpêbûna dewra dudyane hilbijartinên parlemanî li vî welatî xeber da.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, dewra dudyan a hilbijartina parlemanî li Behrêynê li bin sîbera boykotên berfire yên neyaran ji wan Cemaeta Netewî- Islamî (El-Wefaq) ji îro serê sibehê li hemû parêzgehên vî welatî destpê bû.

Cemaeta Netewî- Islamî (El-Wefaq) li daxûyaniyekê ragihand ku xelkê emekdar ê Behrêynê bi boykota dewra ewil a hilbijartinan karekî mezin kirin û her çend hakimên Alê Xelîfe xelk bi zorê kişandine ser sandiqên dengdanê dîsa jî tenê sedî 30 ji xelkê pişkdariya hilbijartina dewra ewil a parlemanê kirin.

Dewra ewil a hilbijartinên  parlemnaî û konseya  bajêrana  Behreynê roja Şemiyiya bihurî  li halekî hat lidarxistin ku dijberên Rejîma Alê Xelîfê ew boykot kirin û ev hilbijartin pêkenî dane zanîn û destnîşan kirin ku encamên wê pêştir hatiye ragahndin.

Başa dön tuşu