IraqNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna êrişa nû ya hêzên iraqî dijî terorîstên DAIŞ`ê li bajarê kevn ê Mûsilê

Fermandarekî derecebilind ê artêşa Iraqê îro duşemê qala destpêbûna êrişa nû ya hêzên iraqî dijî terorîstên DAIŞ`ê li nav bajarê kevn ê Mûsilê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Raid Şakir Cewdet fermandarê polîsê federal ê Iraqê li daxûyaniyekê ragihand; Yekîneyên polîsê federal û hêzên lezbertek ji başûrê rojavaya bajarê kevn ê Mûsilê êrişên xwe yên dijî terorîstên DAIŞ`ê destpê kirin.

Cewdet destnîşan kir; Hêzên lezbertek ên Iraqê li nîzikiya kolana Faroqê li nîzikiya mizgefta El-Nûrî dest bi êrişa dijî terorîstan kirine.

Ebûbekir El Bexdadî li sala 2014`an û piştî dagîrbûna bajarê Mûsilê ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê va bo cara ewilê li mizgefta Nûrî axivî û ji misilmanan xwest ku bi wî ra peymanê girêdin.

Hêzên iraqî eva çend roj in ku operasiyona xwe ya dijî terorîstan li taxa bajarê kevn ê Mûsilê destpê kirine (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu