NûçeRojhilatanavinYemen

Destpêbûna erkdariya serokê taxima çavdêrên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Yemenê

Serokê taxima çavdêrên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bona çavdêriya ser agirbesa li Hudeydê seredana bendera stratejîk li rojava Yemenê kir û ji aliyên têkldra xwest ku bila agirbesê biparzin û erkdariya xwe destpê kir.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, Yehya Şerefedîn alîkarê karûbarên bendera Hudeydê raghand: Patrîk Kamaert serokê taxima çavdêrên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja duşemiyê seredana  bendera Hudeydê kir û  şopên cinayetên siûdiyan li vî cihê dît.

Konseya ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja  îniya buhurî  hemî dengê xwe dan biryarnameyekê ku li gor  wê çavdêrên  sivîl ên NY bona çavdêriya  ser derketina  eskeran ji Hudeydê û garantîkirina ewlehiya  benderên Yemenê dê  berê xwe bidin vî welatî.

Li gorî vê biryarnamê armanca vê kiryarê garantîkirina ewlehiya şandina alîkariyên mirovheziyê  ser Yemenê ye.

Başa dön tuşu