ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna fermî ya bernameyên Paytexta Çandî ya Cehana Îslamê li Meşhedê

Rûdawa Meşhed wek Paytexta Çandî ya Cîhana Îslamê di sala 2017`an da roja sêşemiyê bi amadebûna 250 kesayetên çandî û siyasî ji 51 welatên cîhanê, wezîrê çand û îrşasda îslamî û berpirsên din ên welêt û parêzgeha Xorasana Rezewî li Salona Qudsê ya Tirba paqij a Îmma Reza (S) li bajarê Meşhedê bi awayekî fermî dest pê bû.

Li gorî rapora IRNA`yê, xîm û bingeha nasandina sê welatan di her salê da ji warê welatên afrîqî, erebî û îslamî yên ne-erebî wek Paytexta Çandî ya Cîhana Îslamê ji aliyê Saziya Zanistî, Çandî û Perwerdehiyê (Islamic Educational, Scientific and Cultural Organization – ISESCO) ya ser bi saziya Konfêransa Îslamî di sala 2011`an da hat danîn.

Li vê çarçovê mezinbajarê mezhebî yê Meşhedê di sala 2017`an da wek Paytexta Çandî ya Cîhana Îslamê li Asyayê hat bijartin ku îro roja destpêkirina vê merasîmê bi amadebpûna bi sedan mêvanên navxweyî û biyanî ye.

Li rêûrisma destpêbûna vê rûdawa mezin ji bilî berpirs û kesayetiyên nasyar ên welêt zêde ji 250 mêvanên biyanî ji welatên îslamî ji wezîr, nûnerên parlemanê, balyoz, kardar, kesayetiyên çandî û mezhebî amade ne.

Li vê navberê da 108 mêvanên biyanî ji ramanwerên çalak li warê çandî û civakî yên welatên îslamî hene; tevî ku hin wezîrên welatên Tanzaniya, Efxanistan, Pakistan, Ûganda, Morîtanî, Cezayîr û Sûriyê jî beşdar in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu