İslami Davet Kurdi Bange İslami

Destpêbûna firotina nifta Îranê bo Otrîşê

Frêdrîş Ştîfêt, balyozê Otrîşê li Têhranê, roja sêşemê li hevdîtina tev Hesen Sadiqlû, parêzgarê Gulistanê li Gorganê (li bakûrê Îranê) got: Kirrîna niftê ji Îranê, piştî midehekê rawestan û bi rabûna boykotan, careka din ji heftiya buhurî ve û bi kirrîna yek mîlyon bermîl niftê, dest pê bûye.

Iştîfêt herwiha got: Ji bilî niftê, Otrîş berhemên din ên wekî Zefran, pembû, Gwîz û berhem û hasilên din ên cotkariyê ji Îranê dikire û tê pêşbînîkirin ku bi zêdebûna danûstandinên bazirganiyê yên di navbera du welatan de, hevkariyên di navbera Îran û Otrîşê de, vegere dema berî boykotan.

Balyozê Otrîşê li Îranê destnîşan kir: Bi vê zûtirkê bankeka otrîşê, wê çalakiya xwe ya li Îranê, dest pê bike ta ku danûstandina pereyên derfirotin û şandina kelûpelên Îran û Otrîşê, hêsan bibe.

Iştîfêt got: Sefera taxima bazirganiyê ya Otrîşê bo parêzgeha Gulistanê jî li dahatiya nêzîk, wê rê ji bo berfirehkirina hevkariyên di navbera vî welatî û Gulistanê, xweş bike.

Parêzgarê Gulistanê jî got: Giyayên dermanî, berhemên cotkarî û ajeldariyê û Sefran, dikarin ji wan beşên hevkariyên hevpar ên di navbera Gulistan û Otrîşê bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version