Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Destpêbûna gotûbêjên aşitiyê li Kuwêyîtê

Gotûbêjên aşitiya Yemenê bi çavdêriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên vî welatî li Kuwêyîtê birê ket.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê ji zarê ajansa fermî ya nûçeyan a Yemenê nasyar bi SABA News`ê, nûnerê taybet ê sêkrêtêrê giştî yê NY li karên Yemenê, Ismaîl Weled Şêx Ehmed êvara şemiyê, 7`ê Gulana 2016`an, bi daxuyaniyekê nûçeya kanala têlêvîziyoniya erebistanî ya El-Erebiyê li bara rawestandina gotûbêjên aştiya Yemenê li Kuwêytê derewand û ragihand ku tevî hebûna gişt pirsgirêkan hewildana ji bo pêşxistina gotûbêjên aştiya Yemenê didomin û aliyên yemenî gerê ku tevî parastina aramî û aqilmendiyê, berjewendiyên gelê Yemenê berçav bigirin.

Ismaîl Weled Şêx Ehmed tevî pêgiriya li ser dewama gotûbêjên aştiya Yemenê li Kuwêytê ku ji roja 21`ê nîsana 2016`an va dest pê bûne, got: Aliyên yemenî roja şemiyê civînên hevpar bi rê xistin û alûgorên meydanî her viha şêwaza domandina rawestana pevçûnan û xebitandina rola komîteyên herêmî hilkolandin.

Li gorî vê raporê, gotûbêjên aştiya Yemenê li Kuwêytê îro anku yekşemî, 8`ê Gulana 2016`an, jî wê bi çend civînan bidomin.

Berî viya hatibû ragihandin ku pêvajoya gotûbêjên aştiya Yemenê li Kuwêytê têk çûye û hatiye rawestandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu